اخبار

[اخبار][slideshow]

قوات كوردية تكشف سجل 4 مقاتلين من قوات صاعقة كوردستان



NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir û got, “Em ê erk û wezîfeya dîrokî ya ku Hakî û hemû hevrêyên pê re şehîd bûn ji me re hiştine, bi ser bixînin.”




Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 5 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir û got, “Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di dîroka mezin a hebûnê de, ku bi berxwedanê afirand, gelek lehengiyên bêmînak dît. Ev dîrok, di şerê berxwedanê yê sala 2016’an de ji nû ve hatiye nivîsandin. Şerê herî berfireh û êrîşên herî hovane yên dijmin, di nava vê salê de hatine kirin.




Tevgera PKK’ê, di vî şerê bênavber de bûye navê lehengiya destanî. Ruhê ku li çiyê, deşt, gund û bajaran mezin bû û dijmin dîn û har kir, ruhê milîtaniya Apoyî ye, ku bi qasî di oxira wê de jiyana xwe ji dest bide, ji jiyanê hez dike.”




HPG’ê, 5 gerîlayên di şerê berxwedanê de, ku li herêma Xakurkê di Hezîrana 2016’an de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û wiha dewam kir:




“Hevalên Delîl (Yaşar Herkî), Nûjiyan (Esra Tan), Roza (Cansû Aksoy) û Zana (Zana Tekîn) ku bi fermandariya hevalê me Hakî (Alaaddîn Atay) berxwedan geş kirin û bi çalakiyên xurt derbên xweş li artêşa TC a dagirker xistin, di vî şerê bi heybet de tevlî karwanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê bûn.




Hevalê Hakî, di jiyana xwe ya 20 salan a têkoşînê de, bû şervanekî rastiyê ku da ser şopa Rêber Apo. Hevalê Hakî yek ji kêm fermandarên me bû, ku bi perwerdeya ji Rêber Apo wergirtî rê li ber serketinê vedikir. Li gelek herêman di qedemeyên cuda de bi erk û berpirsyarî rabû, ev yek jî bi ser xist. Bi rêbaz, ûslub û tempoya xwe re hevrê Hakî sekneke bi mînak di şexsê xwe de afirand, li hemû qadên şer, bi her awayî kete nava tevgerê û hunera fermandariyê jî bi hesasiyeteke gelekî mezin nîşan da. Di karên xwe yên leşkerî de, heta kêliya ku şehîd bû, şiyara ‘gerîlatiya 24 saetan’ weke pîvana bingehîn danî ber xwe û rêbaz û taktîka xwe jî veguherand gerîlatiya serketinê.




Hevalê, ku li dijî zext û zilma li gelê Kurdistanê dihat kirin tevlî nava refên têkoşînê bû, hay jê hebû ku ti îdeolojî, ol û felsefe vê qirkirinê qebûl nake û bi vê têgihiştinê cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Weke fermana serdemê ji me re ragihandiye, ku divê her ciwaneke/î Kurdistanî bêyî dereng bikeve, xwedî li têkoşîna ku weke ji nû ve vejînê bi nav kir, derkevin.




Hevalê Hakî, di dema şehîdbûnê de ji bo hevrêyên xwe biparêze û bala dijmin bikişîne ser xwe, bi ruhekî fedayî tevgeriya û sekneke mînak a milîtaniyê nîşan da. Tevî şehadeta wî, şêweyê jiyana hevalê Hakî hêjayî vegotin û hînbûnê ye. Ji bo me soz û peyman e, ku jiyan wî ya bi têkoşîna gerîla re bûye yek ji xwe re bikin mînak, bikin mijara destanan û tola wî hilînin. Em ê erk û wezîfeya dîrokî ya ku Hakî û hemû hevrêyên pê re şehîd bûn ji me re hiştine, bi ser bixînin.”




Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:




———————————————————————————————————————










Nasnav: Delîl Azad




Nav paşnav: Yaşar Herkî




Cihê jidayikbûnê: Selmas




Dayik-Bav: Sosin-Hamî




Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê




———————————————————————————————————————










Nasnav: Hakî Cûdî




Nav paşnav: Alaaddîn Atay




Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn




Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Alî




Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê




———————————————————————————————————————










Nasnav: Nûjiyan Amed




Nav paşnav: Esra Tan




Cihê jidayikbûnê: Amed




Dayik-Bav: Zulfiye-Fadil




Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê




———————————————————————————————————————










Nasnav: Roza Zîn Zinar




Nav paşnav: Cansû Aksoy




Cihê jidayikbûnê: Stenbol




Dayik-Bav: Salîhe-Sefer





Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê




———————————————————————————————————————










Nasnav: Zana Solîn




Nav paşnav: Zana Tekîn




Cihê jidayikbûnê: Colemêrg




Dayik-Bav: Halîme-Mehmet Salîh




Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê”